İçeriğe geç
Raf
Wehşe di Hundire Min de sayfasını açWehşe di Hundire Min deHelim YusivKitap · 2019
İlk gönderi

Wehşê di hundirê min de, wehşê di hundirê te de, wehşê di hundirê wî de... Kî dikare bibêje ku wehşek di hundirê min da tuneye? Dibe ku hin wehşên di hundirê hinek mirovan de, ji yê di hundirê hinek mirovên dina dijwartir yan jî baştir be. Lê ez bawerim di hundirê me te va de wehşek heye û hinekên ji me li dijî wî wehşî dertên lê hinekên me jî wî wehşî roj bir roj dijwartir û mezintir dikin! Lê em tev car caran, hin wextan dibine koleyî wî wehşî û em xwe dispêrin wî. Wî wehşê hin caran dibe sedema kuştina mirovekî, wî wehşê dibe sedema hezkirinek ê, wî wehşê dibe sedema dilmayînek ê... Wî wehşê ku li gor berjewendiya mirovekî dimeşe. Gelo em ê bikaribin wî wehşî? Ez qet ne bawerim, lê heta ji me were divê em wî wehşî kedî bikin. Çikû dibe ku hinekên me pê hay nîn bin lê ew wehş çi qasî mezin û dijwar dibe em ji xeynî wehşê di hundirê xwe de wehşê di hundirê her kesî de dibînin. Û her kes dikeve şiklê wehşan li ber çavê mirov. wehş jî naqedin ji ber wê. Û ez dibêm qey heta em wehşê di hundirê xwe de kedî nekin yê herî wehşê ku dikeve şiklê mirovan de em ê bin. Ji dawiya pirtûkê; "Ez ji neynikê dûrketim. Bi hêviya ku destê min, çavên min derewîn derxîne, min ew li laşê xwe peland. Ji min ve wisa xuya bû wekî ku ti guhertin di laşê min de çênebûbe Ez ji nû ve li ber neynikê sekinîm. Ez wehşek bûm. Heyirimayî, mina miroveki destjêkirî di nav ava guman û taswasan de avjeniyê bike li min hatibû. Kîjan ji wan laşê min ê rast bû. Ev laşê ku ez destê xwe lê dipelinim, an jî ew laşê ku di neynikê de dixuya?" (Rûpel 144)

Yükleniyor…

Ne izledin, ne okudun? Herkese anlat.

E-posta ile Devam Et