mehmet372
"Ev payiza peşwext û bi xof çi ye? Ev xema ji nişka ve çi ye? Ev zerbûn û çilmisîn ji kû derê hatiye?"( Rûpel 222 ) "Hinek hêvî hene ji kanserê kujertir in."( Rûpel 247) "Tu tişt ji ziman xetertir nîne, bi peyvekê kesên bê îman û îmandar ji hev cûda dibin. Peyv dikare ji şeytan pîstir û ji tarîtiyê reştir û ji xwînê sortir be, peyve ku seriyên westiyayî û lawaz û bi fitne û xeyalan tije dike, lê her peyv e jî, pîroz û bi heybet û bi hurmet e. Peyv e ronahiya îmanê dixe dil û derûnan, peyv e ku peyama Xwedê digihîne me."( Rûpel 192 ) "Ax, hemû gunehê we ye, hey perperîkino."( Rûpel 287 ) Mamoste Bextiyar bi tarza Realîzma Efsûnî dinivîse. Gelek gelek xweş dinivîse. Di vê pirtûkê de jî "perperîk" yanê "kelebek"🦋 zehf bi balkêş hatîye honandin. Dereng nemînin!! Zû Mamoste bixwînin da ku hûn piçek tehm ji jîyana xwe bistînin ( ez qethîyen mezin nakim )
Evara Perwaneye
